'Bila baweriya jinan bi kesayeta wan hebe' 2017-11-26 14:24:27   Şêrîn Zêrevan   DÊRIK- Jinên ku ji Herêma Cizîrê tevlî meşa jinan a derbarê 25'ê Mijdarê a li Çiyayê Qereçoxê bûn hestên xwe wiha anîn ziman û gotin: "Mafê jinê yê xweparastin û azadiya xwe bidestxistinê heye."   Bi hezaran jinên Herêma Cizîrê û şervanên azadiyê bi minasebata 25'ê Mijdarê  Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, bi dirûşma "Hilweşandina pargala Îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinê ye" li Çiyayê Qereçoxê yê Herêma Dêrikê hatin gel hev û meş li dar xistin. Jinên ku ji bo meşê kom bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.   Ji van jinên ku tevli meşê bûn û nêrînên xwe parve kirin yek jê jî Rêbera  Buroya Jinê ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Ebîr El-Ebûd e. Ebîr wiha got: "Mafê hemû jinekê heye ku azad bijî. Îro li bakurê Sûriyê têkoşîna li dijî tundiyê ji hêla jinan ve tê meşandin. Jin rola herî giring di civaka Bakûrê Sûriyê de dileyize. Îro jî me li dijî tundiya li jinê têkirin jî me meşeke xweser li dar xistiye.  Bi vê meşê em didin xuyakirin ku em ê qanûnên ku li dijî azadiya jinê ji hêla hişmendiya baviksalar ve tên çêkirin, bi dawî bikin. Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku bi xwe bawer bin û li azadiya xwe xwedî derkevin. "   'Rêber Apo riya azadiyê nîşanî me da'   Hevseroka Komuna Şehîd Loqman a bajarê Qamişloyê Xaliya Hisên tundiya li ser şinê şermezar kir û ev tişt got: "Em ji Qamişlo, ji Çiyayê Qereçoxê silavên xwe ji rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rêdikin. Rêber Apo riya azadiyÊ nîşanî me da. Bila dewleta tirk bizanibe ku çiqasî serokê me di girtîgehê de bimîne em ê jin, ciwan û dayikên şehîdan di dawiyê de serokê xwe azad bikin. Em êdî desthilatdarî û tundiya zilam a ku li ser jinê tê meşandinqebûl nakin.  Êdî dem hatiye ku em azadiya xwe bidest bixin. Ji bo wê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî me bibin û ji bo mafê xwe têkoşînê bidin meşandin."   Her wiha Hevseroka TEV-DEM'ê ya Herêma Cizîrê Eyhan Murad jî hestên xwe yên vê rojê wiha anîn ziman: "Di serî de em şehîdên xwe yên ku li vî çiyayî şehîd bûne bi bîr tînin û tundiya li ser jinan bi tundî şermezar dikin. Mafê jinê yê xweparastin û azadiya xwe bidestxistinê heye. Pêwîste hemû jinên Bakurê Sûriyê li ser bingehê azadiya jinê xwe bi rêxistin bikin.Rêber Apo dibêje: 'Eger jin azad nebe civak jî azad nabe'. Ji bo wê azadiya Rêbertiya me di ser her tiştî re ye. Em di vê rojê de soz didin ku em ê têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin û nasnameya xwe bidest bixin."