Jin li Kurdıstanê li diji tundî û faşizmê di çalakiyê de bûn 2017-11-25 20:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ji aliyê jinan ve li gelek bajaran çakî hatin li darixistin û tundiya li ser jinê ya mêr û dewleta faşîst banga tevlibûna çalakiyan li jinan kirin û tundiya li ser jinan şermezar kirin.    Çalakiyên ku jinan li Kurdistanê li dar xistin wiha ne:   Şirnex   Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’a Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Cizîrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat û gelek rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên bajêr û navçeyan ên amade bûn.    Li ser navê jinan Hevseroka HDP’ê ya Silopiya Fatma Gunduz daxuyanî da û diyar kir ku li her qada civakî jin rastî tundiya mêr û dewletê tên û got: “Di meha cotmehê de 40 jin hatin kuştin. 32 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. 25 jin jî bi êrîşa zayendî re rû bi rû man. AKP a ku gotinên serdestiya baviksalar mezin dike berpirsyarê van hemû kuştinan e.”    Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Amed   Li Amedê jî hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi heman armancê li Parka Koşuyolu li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Wekîla HDP'ê Sibel Yiğitalp, Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û Endamên Meclîsa Dayikên aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de dowîzên "Em dê qirkirina jinan rawestînin, em dê jiyanê azad bikin" û “Ji bo jiyanê û jiyandinê em rabûn û tên", "Jin jiyan azadî" û "Bêdeng nebe, li kolanê tecawiz heye", "Em ji tundiya mêr û dewletê re dibêjin Na" û "Li pêş zagon û hişmendiya mêr raweste" vekirin. Jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin û find pêxistdin û jinên bi destê mêr hatibûn kuştin bibîr anîn.    Riha   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê derbarê 25'ê Mijdarê de li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de Dîlek Ocalan jî Amede bû. Dîlek di axaftina ku kir de diyar kir ku hemû çalakiyên ji aliyê jinan ve hatine lidarxisitn bi serkeftinê hatine tacîdarkirin û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wê bi têkoşîna jinê bê bidestxistin.   Dêrsim   Jinên Dêrsimê jî li avahiya KESK'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka SES'ê ya Nurşaht Yeşîl axivî û wiha got: "Divê ku li dijî newekheviya zayendî a li tevahiya cîhanê tm meşandin, nijadperestî û faşîzmê jin rêxistina xwe xurt bikin."   Meletî    Li Meletyê jî jin li ser banga Platforma Jinan a Meletyê di panelê de hatin cem hev. Di panelê de li ser navê xwişkên Mîrabel û hemû jinên ku bi şdetê re rûbirû mane daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Jinan a Meletyê Sîbel Yaylagul ve hat xwendin. Sîbel bal kişand ser OHAL û KHK'yan  û diyar kir ku qeyûm tayînî 91 şaredariyan hatiye kirin û bi tayînkirina qeyûman re gelek saziyên jinan hatine girtin.   Panel bi pirs û niqaşên jinan bi dawî bû.   Rojava    Bi hezaran jinên herêma Cizîrê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Çiyayê Qereçoxê meşke li dar xisitn.   Li Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî di pêşengiya Kongireya Star de bi durûşma " Hilweşandina pergala Îmraliyê , Hilweşandina tundiya li ser jinê ye" meşek hat lidarxistin.    Di meşa ku hat lidarxistin de  hêzên YPJ'ê, jinên ciwan, tevahî sazî û dezgehên jinan û bi hezaran jinên ji hemû netewan ên herêma Cizîrê cihê xwe girtin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan, alên YPJ'ê û Kongireya Star û wêneyên tekoşerên jin hatin hilgirtin.   Di di dawiya meşê de li ser 25'ê Mijdarê daxuyanî hat dayîn.   Başûr   Li Helepçeyê jinan bi minasebata 25'ê Mijdarê li dijî şîdetê kampanya dan destpêkirin. Jinên ku li ber Ofîsa Mafên Mirovan a Helepçeyê kom bûn, starta kampanyaya li dijî şîdetê ku wê 16 rojan berdewam bike dan.