Bi sedan jinên herêma Firatê meş li dar xistin 2017-11-25 19:22:38   KOBANÊ - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî Rêxstina Kongira Star û Rêxstina Sara meşek li dar xistin.   Li Kantona Kobanê herêma Firatê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî Rêxstina Kongireya Star û Rêxstina Sara bi dirûşma" Hilweşandina Pergala Îmraliyê, Hilweşandina tundiya li ser jinê ye" meşek li dar xistin. Meş bi tevlîbûna hêzên YPJ'ê/YPG'ê, HPC, Asayîş,Saziyên Civaka Sivîl û bi sedan gelê herêma Firatê hat lidarixistin.   Di meşê de ala Kongreya Star, YPJ û wêneyên têkoşerên jin û yên Ocalan hatin hilgirtin. Meş ji Qada Azad hat destpêkirin û heta Qada Aşîtiyê hat berdewamkirin.   Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan, Rêvebera Kongreya Star a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî, Sara 25'ê mijdarê di şexsê her sê xweşkên Mîral de tevahî jinên cîhanê silav kirin û wiha got: " Bi hemû rengên tundiyê civak nêzî jinê bû. Lê belê em bûn jinên  ku bi felsefeya Rêber Apo azadiya jinê bi dest xistin."   Her wiha li ser navê Rêveberiya xweser Hêlîn Hacî axivî û got," Gelek rengên şidetê li ser jinê hatin meşandin, bê îradeya xwe rastî gelek biriyaran hat û bê mafê wê ji destê wê hatibû girtin. Lê jinan bi şoreşa Rojva re çarenûsa xwe guhert."    Di dawiyê de jî endama Mala Jinê ya bajarokê Sirînê Hela Abd Elselam axivî û ev tişt got: " Îrok gelê kurd û ereb bi fikrên Rêber Abdullah ocelan li ser şopa azadiyê dimeşin."   Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabê" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.