Li Efrînê jin li dijî şîdetê meşiyan 2017-11-25 14:53:25   EFRÎN - Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî  li Efrînê bi tevlibûna hezaranan meşek hat lidarixistin.    Li herêma Efrînê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma" Hilweşandina pergala Îmraliyê,  hilweşandina tûndiya li ser jinê ye" meş hat lidarixistin.    Li herêma Efrînê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma" Hilweşandina pergala Îmraliyê,  hilweşandina tûndiya li ser jinê ye" meş hat lidarixistin. Meş bi tevlibûna  niştecihên herêma Efrînê, YPJ, Asayîş, Nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser, û saziyên jinan, Kongira Ster hat lidarxisitn.    Di meşê de wêneyên  Rêberê PKKê' Abdullah Ocalac û yên tekoşerên azadiyê hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de pankerta li ser "jin jiyan  azadî,bi jintiya xwe bawer bin" nivîsandî jî hat vekriin.   Li ser navê  Kongreya Star Daliya Henan û Hêvîn Mustefa bi zimanên kurdî û erebî axivîn. Di axaftinên hatin kirin de wihahat gotin: "Mîmarê azadiyê û hevalê jinêyê ku jin azad kir Rêber Abdullah Ocelan e. Ji ber vê yekê tecrîda îro li ser Rêber Ap tê meşandin li ser tevahî jinên cîhanê tê meşandin."   Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.