Kongreya Star navenda xwe lî Şêrewa vekir 2017-11-25 11:31:05   EFRÎN - Rêxistina Kongireya Star li gundê Basûta yekemîn Meclîsa xwe ava dike.   Bi armanca rêxistin û perwerdekirina jinê yekemîn Meclîsa Kongireya Star li gundê Basûta yê girêdayî navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê bi coş û kêfxweşiyeke mezin hat avakirinê.   Ji bo vekirina meclisê   hemû sazî, Lijneya Rêveberiya Xweser,Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Endamên Kongireya Star,Meclîsa Malbetên û gelek kes tevli bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêbera Kongireya Star Gulistan Cafer  axivî û wiha got: "Di destpêkê de  ez tecrîdkirina Rêber  Abdullah Ocaalan şermezar dikim û di roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî  Tundiya li Ser Jinê de ez tundiya li ser jinê jî şermezar dikim . Tundiya li ser jinê tundiya li dijî civakê û zarokan e."   Di dawiyê de Gulisatan Cafer avakirina meclisa Kongireya Star pîroz kir û ev soz da: "Heta ku rêber Apo azad nebe wê her tim tekoşîn û berxwedan bê navber bê dayin."   Kesên tevli merasîma vekirinê bûn tundiya li ser jinê tê kirin bi dirûşman şermezar kirin û piştre belav bûn.