Polîsan hem birîdar kir hem sûcdar kir 2017-11-25 09:32:12   Pîroz Zirig   ŞIRNEX - Li Cizîrê Rukena li kolanê dilîst wesayîta zirxî pê lê kir. Xwişka Rukenê, Gulê Cansiri got: “ Polîsê ji wesayîtê peya bû, hîna Ruken li erdê bû bi ser min de qêriya û got ‘Çi karê zarokên we li kolanê heye’.  Gelo zarok li kolanê nelîzin wê li ku bilîzin?Em ê der barê berpirsindan de serlêdana sûc bikin.”    Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê zaroka bi navê Ruken Cansiri ya 8 salî ku wesayîta polîsan a zirxî lê qelibîbû xetereya wê ya jiyanê êdî tune ye. Ruken a li Nexweşxana Dewletê ya navçeyê radiza hat ser hişê xwe.  Hat diyarkirin ku wê demek din jî Ruken di bin kontrola doktor de be.  Şahida bûyerê, xwişka Rukenê, Gule Cansiri wiha got: “Em ji bo çêkirina nan çûn ser tenûrê.  Ruken çend roj bû nexweş bû. hatibû cem min. Li heman derdorê 3-4 Ural digeriyan. Min ji Rukenê re got were cem min. Dema dihat cem min Ural derbas bû û min xwişka xwe nedît.”   Gulê diyar kir ku wesayîta li xwişka wê xistiye di rêya xwe de berdewam kiriye û şahidên derdorê wesayît dane sekinandin û wiha pê de çû: “Bi lez dihatin. Min dît ku di ser Rukenê re derbas bû. Nesekinî jî. Cîranan gazî kir. Wesayît sekinî lê ji bilî polîsê wesayît bikardianî kes peya nebû.”   ‘Xwişka min sûcdar dîtin’    Gulê bi lêv kir ku polîsê ji wesayîtê peya bûye bi ser wê de qêriyaye û gotiye ‘Çi karê zarokan heye li kolanê’ û ev tişt anî ziman: “Polîsan xwişka min sûcdar dîtin. Polîs li wesayîtê siwar bû û hewl da ji cihê bûherê here. Lê min nehişt. Polîs bi rewşeke rehet got ‘gazî ambulansê bike’. Me Ruken rakir nexweşxana dewletê ya Cizîrê. Mîdeya wê xwînî bibû.  Dayika min pê re axivî lê em nekarin bêjin bi giştî başe. Du sê saet şûnde me îfade da. Li herêma Şirnexê gelek kes di bin wesayîtên zirxî de dimînin û ji ber vê em gilî dikin. emê şopdarê dozê bin.”   Hinek zarokên di encama lêketina wesayîtên zirxî de  jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wiha ne:    *Li Wanê di 24’ê Tîrmeha 2016’an de li Taha Kiliç yê 4 salî li Midûriyeta Polîsan a Îpekyolu di bin wesayîta polîsan de ma û mir.  Şahidan diyar kir ku wesayît nesekiniye û der barê polîsên berpirs de tiştek nehat kirin.   *Li Sîlopiya Şirnexê di 4’ê Gulana 2017’an de li taxa Karşikayayê wesayîta tîpa Akrebê  dîwarê xaniyekî hilweşand û ket hundir. Muhamedê 7 salî û birayê wî Furkan Yildirim yê 6 salî jiyana xwe ji dest dan û polîsê bû sedema mirina wan di runiştina yekem de hat tahliyekirin.   *Li Nisêbînê di 9’ê Hezîrana 2017’an de wesayîta zirxî ya polîs dibirin Mehmet Şerîf B yê 17 salî bi giranî birîndar kir. Zarokê birîndar çîmek wî ji çongê hat jêkirin.   *Li rêyabejayî ya Amed-Çewlîkê di 19’ê Hezîrana 2017’an de wesayîta zirxî ya polîs dibirin li mînîbusa rêwiyan xist û di encamê de ajokar Remzî Menteşe û zarokekî 8-10 salî jiyana xwe ji dest dan.   *Li taxa Çal a Sêrtê di 19’ê cotmeha 2017’an de  Felek Batur ya 6 salî di bin wesayîta tîpa zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da.