ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-25 09:00:00   *Sazî û Desteyên jinê ji bo alîkariyê, serdana gundê Jinwarê kirin. Jinan derbarê Gundê Jinwarê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Gundê Jinwarê dê tevahî jinan ji zilm, tundî û ji îşkenceyan biparêze."DÎMEN HEYE   *Derbarê 25'ê  mijdarê roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî jinên Bajarê Serêkaniyê nerînên xwe  xwe anîn ziman û tundî şermezar kirin.   *Derbarê 25'ê  mijdarê roja Têkoşîna li d-Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî jinên Bajarê Serêkaniyê nerînên xwe  xwe anîn ziman û tundî şermezar kirin. DÎMEN HEYE   *Li Cizîrê Rukena li kolanê dilîst wesayîta zirxî pê lê kir. Xwişka Rukenê, Gulê Cansiri got: “ Polîsê ji wesayîtê peya bû, hîna Ruken li erdê bû bi ser min de qêriya û got ‘Çi karê zarokên we li kolanê heye’.  Gelo zarok li kolanê nelîzin wê li ku bilîzin?Em ê der barê berpirsindan de serlêdana sûc bikin.”   *Li Amedê mêrê bi navê Ahmet D. yê li 4 xwendekaran îstîsmara zayendî kir, 36 sal cezayê girtîgehê girt.   *Li navçeya Dortyol a Hateyê Medîne Ok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Xwişka Medîneyê, Nurcan Degîrmencî  diyar kir ku xwişka wê întîxar nekiriye, ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin. Nurcanê bi lêv kir ku şopên derbê yên di rapora otopsiyê de derketine holê û divê tevgerên bi guman yên mêr bên lêkolînkirin û her wiha ji rêxistinên jinan jî piştgirî xwest. BI DÎMEN   *Di runiştina biryarê ya mêrê bi navê Nurullah D. yê li navçeya Kayapinarê li dibistanekê li zarokek 12 salî îstîsmara zayendî  kir, heyeta dadgehê diyar kir ku sûcê ‘îstîsmara zayendî li dijî li zarokê’ hatiye kirin û ji bo Nurullah 12 sal û 6 meh ceza birî.   *Li Goristana Yenîkoyê kevirên goristanên endamên PKK, YPS, YPG û YPJ’ê hatin guhertin û piştî vê malbat ji ser goran venaqetin. Malbatan diyar kir ku ev polîtîkaya tirsê ye û wiha got: “Em ê xwedî li zarokên xwe jî, li gorîstanên wan jî û li Kurdistanê derkevin.”BI DÎMEN   * Bazara Taxê ya Jiyanê ku 5 sal berê ji aliyê şaredariya Baglarê ve ji bo jinan hat vekirin, di rojên borî de hefteyê rojekê ji bo mêran hat vekirin. Xebatkara Bazara Jiyanê Nurdan Saltik diyar kir ku mêrekî di bazarê de dixebite jê re wiha gotiye: “Şaredariyê ji me re got ‘jin wê nikaribin bikin û wê ji we re bimîne’. Dema roj hat hunê li wan deran bi cih bibin.” BI DÎMEN