2'emîn Konfiransa Pisporên Çandiyê a Herêma Cizîrê destpê kir 2017-11-24 17:23:27   GIRIKÊLEGÊ - 2'emîn Konfiransa  Yekîtiya Pisporên Çandiniyê li herêma Cizîrê destpê kir.   Li Girkêlegê li navenda Aram Tîgran bi dirûşma" Ji bo pêşxistina çandiniyeke komunal  li Rojava û akurê Sûriyeyê" bi tevlîbuna 140 delegeyî  2'emîn Konfiransa  Yekîtiya Pisporên Çandiniyê li herêma Cizîrê destpê kir.   Konfirans bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin piştre bi axaftinan hat berdewamkirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Endama Rêveber Tevgera Civakên Demokratîk (TEV -DEM) Asya Abdullah ve hat kirin. Asya bal kişand ser polîtîkayên li herêm ê û wiha got: " Li darxistina vê konfiransê di vê demê de pir girîng e. Li herêmê ji ber şer û pevçûnan pirsgirêkên civakî di asta herî jonr de bûn. Lê ev pirsgirêkên heyî bi têkoşîna azadiyê ku li Rojavayê kurdistanê hat destpêkirin û bandora xwe li tevahiya Sûriyeyê kir yek bi yek tên çareserkirin."   Konferansê bi xwndina rapora salekê ya kar û xebatê bardewam kir.