Li Dêrsimê wê jin li qada Seyid Riza Kom bibin 2017-11-24 14:17:47   DÊRSIM - Sekretera SES'ê ya Dêrsimê Duygu Kurban bang li hemû jinan kir tevli çalakiya 25'ê Mijdarê ya ku wê li Qada Seyîd Riza bê lidarixistin bibin.   Li Dêrsimê wê jin bi minasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Qada Seyid Riza kom bibin. Sekretera SES'ê ya Dêrsimê Duygu Kurban derbarê çalakiya ku wê sibe li dar bixin de agahî dan. Duygu diyar kir ku ewê xwedî li bîranîna xuşkên Mîrabel derkevin.   'Jin bi şîdetê re rûbirû ne'   Duygu diyar kir ku piştî OHAL'ê re şîdta li ser jin û zarokan roj bi roj zêde bûye, pergal bi KHK'yên ku derxistin gelek jin ji karên wan dûr xistin, ji bo di malê de bên hiştin qanûnên nû hatin derxistin û ji bo ku van hemû pêkanînên dewletê şermezar bikin ew ê di 25'ê mijdarê de li qadan bin. Duygu di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi qanûna muftîtiyê re saziyên olî referans tên girtin û bi hişmendiya, yek ol, yek mezheb, yek nijad ku newekheviya jin û mêr domdar dike tê xwestin ku jin bi şîdetê re rûbirû bên hiştin.   'Li dijî polîtîkayên şîdetê yên dewletê wê jin dakevin qadan'   Duygu anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ji bo ciwan û jinan polîtîkayên taybet dixwe dewerê û wiha  got: "Li Dêrsimê ji bo hemû pirsgirêkên civakî jin daketine qadan. Di Komkujiya Somayê û Enqereyê de, li dijî HES'an jin her li qadan bûn. Destûrgirtina ji bo 25'ê Mijdarê ku li hemû derên cîhanê jin dadikevin qadan rewşeke xeter e. Lê em ê li dijî van pêkanînan sibehê dakevin qadan û bertekên xwe li dijî hemû pêkanînên AKP'ê yên li ser jinan nîşan bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku sibe saet di 15.00'an de bên Qda Seyid  Riza û kom bibin."