Li Kobanê serkeftina hilbijartinê hat pîrozkirin 2017-11-24 10:31:57   KOBANÊ-Rêxstina Kongireya Star ji bo hilbjartinên Meclis û Kantonan şahî li dar xist.    Li Kantona Kobanê herêma Firatê piştî ku hilbajrtinên komînan serkeftî derbas bûn wê vê carê di 1'ê Kanûna 2017 'an de  hilbajartinên Meclis û kantona çêbibin. Rêxistina Kongreya Star a Kobanê jî ji bo ku serkeftina hilbijartina ji bo komunan hat kirin pîroz bike û şahiyek li dar xist.  Şahiya ku hat lidarxistin bi sendan kes tevli bûn.    Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Kongireya Star Suad Şêx Demir axivî, Suad hilbajrtên Meclisan û Kantonan ku wê çêbibin li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got:" Wê federaliya Bakurê sûriyê li ser felsefeya Rêber Abdullha Ocelan rêya çaresriya pirsgrêkên Rojahelata navîn bê avakirin."   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. Di şahiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin