Lîstika ‘Trom’ derket pêşberê temaşevanan 2017-11-24 09:38:13   AMED- Lîstika bi navê ‘Trom’ a ku seyar tê pêşkêşkirin li Şanoya Bajar a Amedê  derket pêşberî temaşevanan.   Lîstika bi navê ‘Trom’ a ku seyar tê pêşkêşkirin li Şanoya Bajar a Amedê  derket pêşberê temaşevanan. Derhinêrê lîstikê  Senem Donatan e , nivîskar û lîstikvanê wê jî H. Emre Unal e. Lîstika ‘Trom’a ku li Şanoya Bajar a Amedê hate peşkeş kirin rastî eleqeya gelek temaşevanan  hat.    Lîstik 85 deqe ye û mijara wê jî lîstikvan hûnera xwe bikartîne û tiştê ku xeyal kiriye di bin maseyê de hewil dide ku vebêje. Herwiha lîstikvan bê vê hewldana xwe  têkiliya xwe ya jiyanê jî dide nîşandan.