Dema DAÎŞ nas kir 13 salî bû: Zarokatiya min dizîn 2017-11-22 09:26:57   Ruhenda Amed   AYN ÎSA - Dîlber ya dema bavê wê ew ji Azerbaycanê anî Sûriyeyê 13 salî bû û niha 18 salî ye. Dîlber a ku dayika zarokekê ye û neçar maye du caran bê zewicandin diyar dike ku piştî hemû tiştên hatine jiyîn şûnde zarokatiya xwe ji bîr kiriye.   Şervanên YPJ û QSD’ê ku di operasyona  azadkirina Reqayê de serkfetinek dîrokî qezenc kir û bajarê bibû paytexta taritiyê veguherî bajarê azadiyê. Bê guman a hatibû azadkirin ne tenê bajar bû. Jinên zilmek mezin jiyan jî gav avêtin jiyanek nû. Em li kampa Ayn Îsa, çîroka Dîlber Mammedova ya Azerbeycanê guhdar dikin.    DAÎŞ: Dehbayên dojehê   Dîlber a bi sê xwişk û birayên xwe li kampa Ayn Îsa dimîne wiha got: “ DAÎŞ’ê her tiştê me ji me girt.” Dîlber ji Baku ya Azerbaycanê ye. Hîna 18 salî ye. 5 sal berê tarîtiya DAÎŞ’ê nas kiriye. Dîlberê da zanîn ku çeteyên DAÎŞ’ê ‘dehbayên dojehê ne’ û got bi zora bavê xwe hatiye Sûriyeyê.   Bi ambulansa Tirkiyeyê sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye   Dîlberê da xuyakirin ku ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dê û bavê min beriya em bên Sûriyeyê dest ji hev berdan. Bavê min mehek beriya me hatibû Sûriyeyê. Ez û xwişk û birayên xwe mehekê li Dîlokê man. Piştre mêrek hat em girtin û em li ambulansa Tirkiyeyê kirin û derbasî Sûriyeyê kir. Dema em derbas bûn jî me leşker dîtin. Em ji ambulansê peya bûn û bavê min em li Sûriyeyê girt.”   ‘Ez bi zorê zewicandim’   Dîlberê da xuyakirin ku piştî hatine Sûriyeyê li Tabka, Mînbîc, Reqa û gelek cihên din mane û ev tişt anî ziman: “ Bavê min ê endamê DAÎŞ’ê bû bi înfaza hundir hat kuştin. Piştî bavê min mir, ez ji xwişk û birayê xwe veqetiyam û bi zorê ez zewicandim. Salek bû em hatibûn Sûriyeyê. DAÎŞ’ê hatin gotin bavê te miriye û divê tu bizewicî. Min nexwest ez bizewcim. Hevjînê min ê yekemîn Tirkekî ji Dîlokê bû. Kurekî min çêbû. Hevjînê min endamê DAÎŞ’ê bû û li Tabkayê mir.”   ‘Min zarokatiya xwe ji bîr kir’   Dîlberê ya bi zarokê xwe yê 4 mehî bi tena serê xwe ma dîsa rastî zextê DAÎŞ’ê hatiye û wiha pê de çû: “ DAÎŞ’ê got ‘an tu dê bizewicî yan jî çi halê te heye bibîne’. Ez neçar mam. Bi endamekê DAÎŞ’ê yê Semsurê re zewicîm. Ez rastî şîdetê hatim. Hevjînê min ê duyemîn jî di pevçûnê de mir. Ligel van tiştên hatin jiyîn min zarokatiya xwe ji bîr kir.”   ‘Min bawer nedikir ez ji DAÎŞ’ê xilas bibim’   Dîlberê piştî ku hevjînê wê dimire hewl dide ku bireve, bi ser neketiye lê piştî şervanên YPJ’ê dîtiye, xwe ji nû ve azad hîs kiriye. Dîlberê di nav sîvîlê ji pêngava azadkirina Reqayê hatine azad kirin de bû. Dîlberê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Min qet bawer nedikir ez ji DAÎŞ’ê xilas bibim. Ez çend caran reviyam lê bi ser neketim. Min dema YPJ dît baskên min vebûn. Min çarşefa reş ji ser xwe avêt. Min xwe azad hîs kir. Yekem car min hîs kir ku ez ji DAÎŞ’ê xilas bûm. Li vê kampê min dîsa xwişk û birayên xwe dîtin. Em bi zorê anîn Sûriyeyê. Ev der ne welatê me ye. Ez dixwazim bavê min jî tê de ji DAÎŞ’ê hesab bipirsim. DAê her tiştê me ji me girt. Ez dixwazim bi xwişk û birayên xwe re vegerim Azerbaycanê.”