ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2017'AN 2017-11-22 09:00:13     *Kongra Starê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî peyamek weşand û bal kişand ser tundiya ku li dijî jinê tê meşandin.    *Li gundê girêdayî navçeya Ebexê gundê Qopikan di sedsala 18’emîn de zindana di nava keleha li  gund de ji aliyê jineke êzidî ya bi navê Zerifeyê ve dihate rêvebirin. Tê gotin ku bi revebiriyeke bi edelet  Zerîfê dibe sedema anîna edaletê li vê zindana ku hîna li vî gundî hebûna xwe diparêze. BI DÎMEN   *Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemed a Kantona Cizîrê ku salvegera  avakirina  Gundê Jinwar pîroz kirin û roja 25'ê Mijdarê nirxandin  gotin: "Avakirina Gundê Jinwar jî gaveke pîroz e û bersivek li dijî tundiya li ser jinê ye." BI DÎMEN   *Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gundê qadiyan dayika Hacer Sevîm hevaltiyê bi maran re dike û  bi afirinerî û dilovaniya xwe destûr nade li gund mar bên kuştin. Dayika Sevîm biçe kîjan malê ger mar hebe hîs dike û bi dirûkê mar ji kunê derdixîne û bi vî awayî ji mirinê rizgar dike. BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA’yê Nîhayet Taşdemîr têgehên şer, tecrîd û şîdeta li dijî jinê nirxand û got ev girêdayî hev in û wiha berdewam kir: “Divê tevgerên din ên jinan û em vê têkoşînê bidomînin û her roj wek 25’ê Mijdarê xwe birêxistin bikin. Her dem di çalakiyê de bûyin xweparastina cewherî ye.” BI DÎMEN   *Piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê bû şûnde Êzidî ji kampên şaredariyê hatin girtin û li kampên AFAD’ê bi cih kirin. Ezidî ji roja hatine kampê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Êzidiyên ku mafê wan ên tenduristiyê hatiye astengkirin rastî gotinên nîjadperest tên û vê carê jî bi hatina zivistanê re zehmetiyan dikişînin. BI DÎMEN   *Dîlber ya dema bavê wê ew ji Azerbaycanê anî Sûriyeyê 13 salî bû û niha 18 salî ye. Dîlber a ku dayika zarokekê ye û neçar maye du caran bê zewicandin diyar dike ku piştî hemû tiştên hatine jiyîn şûnde zarokatiya xwe ji bîr kiriye.BI DÎMEN   *Akademîsyen Nuriye Gulmen a di roja 260’emîn a greva birçîbûnê de rûniştina wê ya çaremîn pêk hat, nehat tahliyekirin. Parêzer Aytul Kaplanê diyar kir ku zêde mudaxaleyê dosyayê tê kirin û wiha got: “Li dadgehê qaşo şahidekî nû derxistin holê. Bêyî van guhdar bikin mutala tê amadekirin. Ev mutala li gorî îfadeyên du şahidan tê amadekirin. Weke ku ji bo pêvajo bi dawî bibe zext li heyetê tê kirin.”   *A. ya hîna 5 salî bû ji aliyê apê xwe ve rastî îstîsmara zayendî û îşkenceya sîstematîk hat, diyar dike ku bav û hevjînê wê yê bi zor pê re zewicandin, parçeyek ji jiyana wê girtine. A. got ‘her dest dida min di beden û dilê min de şopek mezin dima’ û wiha pê de çû: “ Yek peyamek min ji bo jinan heye, li ku dibe bila bibe bi tu awayî divê em serî li hember mêran netewînin.”