Jin wê bi tekoşina xwe tundiya li ser jinê têk bibin 2017-11-21 17:08:02   EFRÎN - Di berdewamiya Komxebata Jineolojiyê ku bi dirûşma "Em ê pergala Îmeralê hilweşînin û bi Rêberê xwe re dawiyê li tundîyê bînin" bi niqaşên girîng berdewam dike.   Kom xebata Jineolojiyê ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê roja Têkoşîna ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li herêma Efrînê bi tevlîbûna 200 delegeyî hat destpêkirin, bi nîqaşên giring berdewam dike.    Endama Koordinasiyona Kongireya Star a herêma Efrînê Zelal xebat mijara jin û polîtîka nirxand.  Zelal diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pênaseya ku ji bo jin û polîtîkayê kiriye riya me ronî kiriye. Civakeke exalqî û polîtîk bi jina polîtîk tê avakirin. Di riya  azadiyê de gelek jinan canê xwe feda kir û îro em li ser mîrsa wan kom bûne.    Endama Komîteya Jineyoljiyê Dîrok Qehreman ya ku axivî jî ev tişt got:" Yekem care ku em ê bi dil, mêjî û rihê jinê bi zanîna Jineolojiyê civakeke nû ava bikin.  Bi çavên xwe bi dil û mejiyê xwe em ê jiyanê bi wate bikin."   Berpirsiyara YPJ'ê  Aêed Kenda jî  ev tişt got: " Silavên gerim ji Rêber Abdullah Ocelan re dişînim, di kesayeta rêheval sakîne Cansîz de hemû jinên tekoşer bi bîr tînim. Jinên kurd li dijî hemû cureyên tundiyê yên li ser jin û li ser gelan tekoşîneke bê hampe di din meşandin. Soza me ji bo hemû jinan e. Li ku xeterî hebe em ê li wir bin."     Di heman demê de hevseroka Dadê ya herêma Efrînê Evîn Hecî Hemo axivî. Evînê anî ziman ku ew her li dijî tundiyê û komkujiyan e û ji bo mafên hemû jinan têdikoşin.