Yekemîn komxebata jîneolojiyê li Efrînê dest pê kir 2017-11-21 13:00:28   EFRÎN - Li herêma Efrînê yêkemîn komxebata jîneolojiyê bi dirûşma " Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêberê xwe re dawî li tundiyê bînin." dest pê kir.   Li herêma Efrînê yekemîn komxebata Jîneolojiyê bi minasebeta  25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî bi dirûşma " Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêberê xwe re dawî li tundiyê bînin." dest pê kir. Bi beşdarbûna 200 delegeyên Kurd, Ereb, Turkmen û gelek pêkhateyên din ên herêma Efrînê, Helebê Şehbayê, her wiha YPJ, Kongra Star, Rêveberiya Xweser, HPC  Jin, Asayîş, PYD û nûnerên saziyên jin, komxebata jîneolojiyê pêk hat. Komxebat li eywana Şehîd Ruken bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.    Axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka kantona Efrinê Hêvi Mistefa hat kirin. Hêviyê diyar kir ku gerek hemû jin li dijî tundiyê bibin yek û wiha got:" Di şerê li Sûriye qewimî de gelek jin ji aliyê DAÎŞ'ê ve bi awayekî hovane tundî li ser wan hat kirin. Bi nêzikatiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî gerek jin têkoşîna xwe bigihêjînin asta herî jor. Em ê tekoşîna xwe ji bo azadiya hemû jinan berz bikin."    Pişti axaftina vekirinê sînevizyona ku derbarê tundiya li ser jinê hatibû amadekirin hat temaşekirin.    Dê komxebat bi nîqaş û axaftinên girîng dewam bike.