‘Emê îsal bi dengê bilind azadiyê biqîrin’ 2017-11-21 09:20:16   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Endama PM'a  HDP'ê  Perîhan Agaoglu der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî de axivî û wiha got: “Heta 25’ê Mijdarê em ê bi rojeva daxwaza azadiya Birêz Ocalan li kolanan bin.  Zêdebûna tecrîdê bûye sedema zêdebûna tecrîda li ser jinê. Ji ber vê em ê jin  îsal bi dengekî bilind azadiyê biqîrin.   Di roja  25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî de jinên kurd wê bi dirûşma ‘wê azadî bi ser keve ’ li qada bin. Çalakiyên bi daxwaziya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe wê heta 25’ê Mijdarê bidomin.Endama PM'ê ya HDP'ê  Perîhan Agaoglu der barê tecrîd û 25’ê Mijdarê de axivî û diyar kir ku wê bi îrade û berxwedana jinê hem tecrîd û hem jî zext bên hilweşandin.   ‘êrîşên li hemberî jinan ji tecrîdê ne cuda ne’   Perîhanê bi lêv kir ku di du salên dawî de bi taybet li Tirkiyeyê bi feraseta desthilatdariya yekparêz  zîhniyetek hatiye pêşxistin û wiha got: “Bi OHAL’ê re zext û êrîşên li dijî jinan zêde bûne.  Tecrîd jî ji pisgirêkên jinan cuda nekare bê destgirtin. Lê di pêvajoya dawî de  karekterekî bi zîhniyeta dewleta yekparêz derketiye holê.  Êv êrîş ji teşîrkirina bedena tazî ya Ekîn Wan bigirin heta cenazeya dayika Taybet û Cemîleyê û zextên girtîgehan berdeawm dikin.”   ‘Em ê ji bo siberojên azad li ber xwe bidin'   Perîhanê bi lêv kir ku  li cîhanê û Kurdistanê li her qadê jin di bin zextan de ne û li Rojava jiyana nû ya li ser esasê azadiya  jinê pêş ketiye serdest tirsandine û got: “Em jinên kurd,li her derê bi gel re hatin cem hev û me nîqaş kir. Em ê niqaşên xwe berdewam bikin.  Pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin. Em jin wê bi berxwedanê ji bo siberojên azad bibin bersiv. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo tecrîdê bişikînin li qada bin.”