Çima Dermanên girtiya nexweş Mevludeyê nayên dayîn? 2017-11-21 09:15:16   Evrîm Kepenek   STENBOL - Mevlude Başdaş ya li girtîgeha Jinan a Îzmîrê girtiye, hat hînbûn ku nexweşe û dermanên wê nayên dayîn. Parêzer Ezgî Duman diyar kir ku gelek nexweşiyên Mevlîdeyê hene û divê bê tahliyekirin.   Girtiya nexweş Mevlude Başdaş a 59 salî ku li girtîgeha Jinan  a Îzmîrê girtiye, rewşa wê xera be.  Mevlîde mehek berê ji bo derman bibe ji Mêrdînê çûbû  Îzmîrê û li wir bi hinceta 4 sal û du meh cezayê wê teqez bûye hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Îzmîrê. Mevlîde niha bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe ya rojane berdewam dike.    Mevludeya ku nexweşiya wê ya şekir, tansiyon û kolestrolê heye divê rojê 4 caran derziya însîlunê lê bê dan.Çavekî Mewludeyê ji ber şekir kor bûye û yê din jî  du caran hatiye emelyetkirin lê hîna rehet nebûye.   Rîska  wê ya krîza dil heye   Her wiha Mevlîdeyê heta niha du caran krîza dil derbas kiriye û îhtîmala ku cara sêyem krîzê derbas bike heye.   Dermanên wê nayên dayîn   Gurçikên wê jî îflas kirine û emelyeta neqla gurçikan derbas kiriye û dermanên wê jî nayên dayîn.    Parêzera Mevlîdeyê Ezgî Duman diyar kir ku rewşa Mevlîdeyê gelek xerabe û ji ber dermanên wê nayên dayîn rewşa wê her ku diçe xerab dibe û got divê Mevlude serbest bê berdan.