Ji KCDP’ê bang heye: Em bang li hemû jinan dikin ku têbikoşin 2017-11-21 09:12:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ya Îzmîrê Sanem Denîz Kural der barê ku li Tirkiyeyê mehê carê ji 40 kesî zêdetir jin tên qetilkirin de nirxandin kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî  nêz dibe û bang li jinan kir ku xwedî li têkoşîna ku şîdeta jinan diqedîne û avakirina Meclîsên Jinan a li her derê derkevin.”   Bi OHAL’ê re û derxistina KHK’yan re  şîdet û kuştina jinan jî zêde bû. Desthilatdariya ku jinê wek kole dibîne bi gotin û qanûnên wan şîdeta li ser jinê roj bi roj zêdetir bû.  Li Mêrdînê kuştina jinan li gorî salên borî ji sedî 63 zêde bû.  Nûnera Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ya Îzmîrê Sanem Denîz Kural der barê şîdeta li ser jinan û qetilkirina jinan de nirxandin kir û diyar kir ku ev dikare bi têkoşînê bê rawestandin.   Sanemê daxuyakirin ku li gorî salên borî kuştina jinan her diçe zêde dibe û got di pêvajoya dawî de çeteya kuştinên jinan mehane û heftane tê amadekirin. Sanemê wiha got: “Di şîdeta li ser jinê de zêdebûnek heye. Di 2016’an de bi giştî 338 jin hatin qetilkirin û di 10 mehên ewil yên 2017’an de 3337 jin hatine qetilkirin.  Vê zêdebûnê jî rewşa xeter ya qetilkirina jinan derxistiye holê. Di meha cotmehê de 40 jin hatin qetilkirin. Em dizanin ku ev tesadufe.  Her tim şîdeta li ser jinan zêde dibe.”    Sanemê diyar kir ku di meha cotmehê de tevî îtîrazên jinan qanûna rayeya birîna mehrê daye meleyan di meclîsê re hatiye derbaskirin û wiha got: “Bi qanûna Medenî û Destura Bingehîn re li dijî mafên jinan êrîş pêk hatin û bi qanûna miftitiyê mafên jinan ji destên wan hatin girtin. Di encama vê de jî kuştina jinan zêde bû.Ji bo ev şîdeta li ser jinan raweste divê demildest dest ji van polîtîkayan bê berdan.”   ‘Divê têkoşîn bê dayîn’   Sanemê bi lêv kir ku piştî qanûna miftitiyê vê carê mijara ‘navbeynkariyê’ hatiye rojevê û wiha got: “Di demên dawî de hewl didin qanûna navbeynkariyê bînin. Lê em dizanin ku di kuştinên jinan de hinceta sereke daxwaza berdanê ye. Divê em li hemberî vê têkoşînê bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarêde  jin xwedî li têkoşîna ku şîdetê diqedînin derkevin.”