Gulîxan Tahir: Em Têkoşîna xwe li hember tundiyê xurtir bikin 2017-11-21 09:06:53   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Cîgira Seroka Kongra Star Gulîxan Tahir têkildarî roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundeya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî nirxandin kir û got: " Jinê di şoreşa Rojava de li tevahî cîhanê deng veda, ev destkeftiyên ku bi saya Rêber Apo hatine bidestxistin em ê heta dawiyê xwedî li wan derkevin û asta têkoşînê bilind bikin."   Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî, li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê çalakiyên cur be cur tên organîzekirin. Têkildarî van çalakiyan Cîgira Seroka Kongra Star Gulîxan Tahir nirxandin kir.   Gulîxan Tahir diyar kir ku jin avakara civaka Neolotîk û afirînera jiyanê ye û wiha dewam kir: "Ji beriya 5 hezar salî ve jin avakara jiyanê û civaka Neolotîk bû, jin mamoste, dayik, bijîşk û hwd .. bû. Bi zanebûna xwe civakeke saxlem li ser bingeha hezkirin û rêzgirtinê da avakirin. Xwedawenda jiyan û mirovahiyê jin bû, lê bi desthilatdariya kapîtalîzmê re mêrên  xwedî hişmendiya desthilatdar, mafê wê yê jiyanê û her tişt ji destê jinê derxist û kir ayîdî xwe. Piştî ku mafê jinê jê hat standin, êdî ew civak jî bû mîna girtiyekî û bû civakeke bindest."   'Piştî Şoreşa Rojava jinê li dijî zilma 5 hezar salî serî hilda'   Gulîxanê şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî şoreşa jinê bi nav kir û wiha got: " Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin weke amûreke anîna zarokan dihate bikaranîn, lê bi pêxistina çirûska azadiyê êdî jinê jî li dijî zilma 5 hezar salî serî hilda û got ev şoreş şoreşa jinê ye. Bi vê armancê jin tevlî hemû qadan bû, wekî qada leşkerî, siyasî û aborî, bi vê tevlîbûna xwe jî li tevahî cîhanê deng veda û bû sembola jina azad. Ev destkeftî û serkeftin jî hemû bi saya fikir û felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan hatin bidestxistin."    'Jin hatin perwerdekirin û asta zanîna wan bilind bû'   Gulîxanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola Mala Jinê ya di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de avakirina Mala Jinê gaveke mezin û dîrokî bû, di encamê de gelek jinên ku neheqî li wan hatibû kirin mafê xwe bidest xistin. Her wiha jin di wan malan de hatin perwerdekirin û asta zanîna wan jî zêde bû. Ev destkeftiyên ku jina Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi dest xistine hemû bi saya têkoşîna Gerîlayên serê çiyan e. Em jî weke jin dê heta dawiyê û di astên herî bilind de têkoşîna xwe li dijî tundiya li ser jinan bidin meşandin û vê tundiyê bi dawî bikin."