Polîsan di çalakiya Yukselê de 5 kes binçav kirin 2017-11-20 15:41:27   ENQERE - Polîsan êrîşî çalakgerên çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin û 5 çalakger binçav kirin.     Çalakiya greva birçîbûna ya akademîsyên Nuriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtin, di roja 257’an de û çalakiya karkerên çemaweri ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 377’an de dom kir.  Çalakgerên xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê daxuyaniyê  bidin, polîsan destûr ne da. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konurê kom bûn, dirûşme berz kirin û pankart vekirin. Polîsên ku destûr nedan çalakger daxuyaniyê bidin, Nazan Bozkurt, Îlker Işik, Perîhan Pulat û 2 xwendekarên navên wan nehat zanîn binçav kirin.