Mêrê ku Eylemê qetil kir hat binçavkirin 2017-11-20 14:23:40   RIHA - Mêrê ku Eylem Tîller ya hat îdiakirin întîhar kiriye qetil kir Huseyîn Tîller hat binçavkirin.   Di meha Cotmehê de li Wêranşara Rihayê jina bi navê Eylem Tîller ya ku hat îdiakirin întîhar kiriye piştre derket holê ku ji aliyê hevjînê xwe Huseyîn Tîller  ve hatiye qetilkirin. Huseyîn Tîller hat binvçakirin. Malbata Eylemê jî diyar kir ku Eylem ji aliyê Huseyîn ve her roj bi şîdetê re rûbirû dihat hiştin û got ku Huseyîn keça wan qetil kiriye. Dayika Eylemê Kurdert Kirtay jî piştî ku keça wê hat qetilkirin wiha gotibû: "Bila kesek ji min re nebêje ku keça te întîhar kiriye keça min ji aliyê mêrê bi navê Huseyîn ve ji ber ku wê keça min îstîsmara zayendî ya Huseyîn ku li dijî xizmekî xwe pêk anîbû derxista holê keça min hat qetilkirin."    Hun dikarin bi vê lînkê xwe bigihînin nûçeya ku ji aliyê ajansa me ve hatibû çêkirin:   http://www.jinnews.com.tr/search/content/view/68235?page=1&key=2239f6290caf22578601b7f85cf9c8c9