Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî hat dayin 2017-11-20 09:38:09   EFRÎN - Di çarçoveya çalakiyên ji bo zelakirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Yekîtiya Jina Azad li navçeya Ehrezê ya girêdayî Kantona Şehbayê daxuyaniyek ji raya giştî re h ragihand.   Endamên Yekîtiya Jina Azad, Endamên Tevgera Ciwanên Rojava û bi dehan jinên navçeya Ehrezê beşdarî daxuyaniyê  bûn.   Her wiha daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad  Rîhab Çepo  ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin hat şermezar kirin û hat diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe wê şêniyên Şehbayê dest ji çalakiyan bernedin û berxwedana xwe dewam bikin .   Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî Rêxistên Mafê mirovan hat kirin ku êdî rewşa ewlekarî û tendirustiya Abdullah Ocalan zelal bibe.   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê " bi dawî bû.