ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-20 09:00:41 *Malbat û rêhevalên têkoşer Nabixe bi nasnav (Arjîn Silav) behsa têkoşîn û qehremantiya wê ya bêhempa dikin û dibêjin ku: "Her kesî ji Nabixe hez dikir, bi destpêka avakirina YXK'ê û YPJ'ê re ew tevlî nava xebatên şoreşê bû. Em berxwedanî û qehremantiya Şehîd Nabixe ji bîr nakin, ji ber ku ew wekî Şehîd Zîlan, Bêrîtan, Viyan û hemû keçên azad ên kurd ku koletî qebûl nekirin û xeta azadiyê hilbijartine ye." BI DÎMEN *Jinên ku tevlî 1'emîn  Konferansa Perwerdeya Jinê ya li ser Bakurê Sûriyeyê hat lidarixistin bûn, nerînên xwe yên li ser   rola jinê di qada perwerdeyê de anîn ziman.   *Jinên Amedê bertek nîşani tecrîta ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û gotin ku  ji bo ev şer bisekine û zextên li ser girtiyan rabin divê pêşî tecrîta li ser Abdullah Ocalan rabe. BI DÎMEN   *Mafê parastina cewherî ya li Tirkiyeyê bi kampanyayên derziya mor dest pê kir, têkoşîna ku ji bo mafê parastina jiyanê ya jinan biparêze, veguherî  rêzên çalakiyan. Jinên mafên parastina cewherî bikaranîn, li eywanên dadgehê û girtîgehan her tim heman gotin anîn ziman ‘Min tenê xwe parast.’   *Qanûna Turik a ji 130 xalî pêk tê û hevdîtinên wê di Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê de berdewam dike, gelek guherînan pêk tîne û parêzvanên jiyanê jî bi bertek in. Parêzer Dîren Cevahîr Şenê diyar kir ku  xalên di qanûnê de ne li gor daxwazên gel, li gor daxwazên şîrketan pêk tên û got heger xal bên erêkirin, wê qadên mêrgê yên gundiyan tune bibe. BI DÎMEN   *Li navçeya Akçadag a Meletiyê li gundê Orenê hesada gûzan dest pê kir. Cotkarên diyar kirin ku nirxa mişmişan ketiye berê xwe dan gûzan. Cotkar Ayşe Aksoyê wiha got: “ Em ê alternatîfên xwe hilberînin. Lê yên ku bajarekî bi mişmişê xwe navdar e wenda kirine bila şerm bikin.   *Gultaze Yeseler a ji girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê tahliye bûye wiha got: “ Em wek dîl girtiyan bûn. Ev sê meh in hevalên me ji mafên xwe yên hevdîtin û telefonê bêpar mane.” BI DÎMEN   *Ji jinên Anarşîst Ozlem Aykun Erdoganê diyar kir ku bi dirûşmeya ‘başe ku jin heye’ wê di 25’ê Midjarê de li qada bin û  wiha pê de çû: “Ji bo piştevaniya jinê mezin bibe, ji bo em dengê xwe bilind bikin, ji bo em qadên azadiya xwe mezin bikin em ê bên cem hev.”