Hilweşandina pergala Îmraliyê , hilweşandina tundiya li ser jinê ye' 2017-11-19 17:32:38 QAMIŞLO-Rêstina Kongireya Star ji bo roja 25'ê mijdarê civînek ji hêzên Parstina Civakî yên jin re li dar xist.   Di bin durûşmeya" hilweşandina pergala Îmraliyê , hilweşandina tundiya  li ser jinê ye" li navenda HPC'ê ya bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê, Rêxstina kongireya Star derbarê 25'ê Mijdarê Roja tekoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî ji bo hêzên pasrtina Civakê yên jin, HPC'ê civînek li dar xist. Di civînê de tevahî endamên jin yên HPC'ê yên bajarê Qamişlo û navçeya Amudê girêdayî herêma Cizîrê amede bûn.    Civîn bi deqeyek rizgirtinê hat destpêkirin, paşê endama HPC'ê Jinê Yasmîn Suleyîman li ser roja 25'ê Mijdarê semîner da. Paşê sinvîzyon li ser jiyana jinên rastî tundiyê hatin hat pêşkêşkirin.   Civîn bi dirûşma " jin jiyan azadî" bi dawî bû.