Jin di panela 'Jin di serdema OHAL'ê de çi dijîn' hatin gel hev 2017-11-19 17:18:46   AMED - Li Amedê jin di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mihdarê de di panela 'Jin di serdema OHAL'ê de çi dijîn' hatin gel hev. Jinan di panelê de bandora OHAL'ê ya li ser destkeftiyên jinan niqaş kir.   Jinên Endamên KESK, DÎSK, TMMOB, DTO û DÎK'ê li Amedê panlela bi sernavê 'Jin di serdema OHAL'ê de çi dijîn' li dar xistin. Panel li avahiya SES'ê ya Amedê bi tevlibûna gelek jinan hat lidarxistin. Moderetoriya Panelê ji aliyê, Endama Lijneya Şaxa Egtîm Senê ya Hejmar 2  Salîha Zorlu ve hat kirin. Hevseroka Komelya Mafên Mirovan parêzer Eren Keskîn, Sekretera Jinan a Navenda Gîştî ya KESK'ê Gulîstan Atasoy, Endama MYK'a  DBP'a Amedê Hediye Karaaslan jî wekî axafvan tevli panelê bûn.   Axaftina vekirinê ya Panelê ji aliyê Salîha Zorlu ve hat kirin. Salîha diyar kir ku her darbeyek li dijî xwe şoreşekê diafrîne û got ku bi OHAL û KHK'yan destkeftiyên wan ji destên wan hatine girtin.   'Şîdeta Zayendî wekî polîtîkaya şer tê bikaranîn'   Hevseroka ÎHD'ê parêzer Eren Keskîn jî anî ziman ku bi polîtîkayên OHAL'ê re ku bi salan e di meriyetê de ne Kurdistan bi polîtîkayên taybet tê rêvebirin. Eren di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di salên 90'î de gelek jin bi îşkenceyê re rûbirû hatin hiştin. Lê wê demê me dizanibû ku îşkenceyeke nayê vegotin tê kirin. Ew jî îşkenceya zayendî bû. Me ji jinan dipirsî wan jî îşkenceya ji rêzê vedigot û bahsa îşkenceya zayendî nedikirin. Ev mihar her veşartî dima. Me parêzeran jî cesaret nedikir ku em bipirsin. Di salên 90'î de her jina ku dihat binçavkirin dihat tazîkirin. Şîdeta zayendî wekî polîtîkaya şer dihat bikaranîn."   Eren herî dawî axaftina xwe diyar kir ku divê jin li dijî şîdeta li wan tê kirin dengê xwe bilind bikin û vê şîdetê bidin bihîstin.   Gulîstan Atasoy jî bal kişand ser 'Şîdeta Aborî', got ku bi OHAL'ê re li qada kedê êrîşek mezin li ser jinan heye û tê xwestin ku jin di malê de bên hepiskirin.   'Avahiyên şaredariyê ji bo xwe wekî qada dagirkirinê dîtin'   Endama MYK'a DBP'ê Hediye Karaaslan jî li ser saziyên jinan ên ku di serdema OHAL'ê de hatin girtin nirxandin kir û wiha got: "Li Kurdistanê rêxistinbûna jinê derket pêş. Ji ber vê em êrîşên pergalê yên li ser xwe wekî êrîşên li ser hêza birêxistin dibînin. Li 43 şaredariyan navendên me yên jinan hebûn û jin dikaribûn bi awayekî serbest biçin van navendan. Di vê ku bê pirsîn qeyûm ji bo çi hatin tayînkirin. Êrîşî hêza bi rêxisitin a jinan kirin.  Derî şikandin û ketin şaredariyan. Piştî ku lêgerîna li şaredariyan qedan din li ber şaredariyan alên mezin daliqandin û bariyerên ji betonê li dora şaredariyan lê kirin. Avahiyên şaredariyê wekî cihê dagirkirinê dibînin."   Panel bi pirs û bersivan berdewam kir