Konfransa perwerdeya jin a Bakurê Sûriyê bi biriyaran bi dawî bû 2017-11-19 13:50:12   QAMIŞLO - Yekmîn konferansa perwerdeya Jin a li ser  Bakurê Sûriyeyê bi biriyarên giring bi dawî bû.   Yekemîn Konferansa  Perwerdeya  Jin a li ser Bakurê Sûriyê bi dirûşmeya "Pergala  perwerdeyê avakirin û pêşxistina zanebûnê ya hêza biryar û îradeya azad e"  li Zaningeha Rojava ya bajarê Qamişlo ê Herêma Cizîrê bi tevlîbûna 220 delegeyan ku hatibû destpêkirin du rojan dewam kir. Konferansa hat lidarxistin pişît niqaşan bi biriyarên giring bi dawî bû.    Biryarên ku di konferansê de hatin girtin ev in:   1 -  Ji bo avakirina kesayeteke azad, divê berî her tiştî li ser rêbaza Rêber Apo civak xwe perwerde bike.   2 - Hemû qadên perwerdeyê her yek di nava xwe de, meclîsa xwe ya perwerdeyê ava bike û ji nav wan meclîsan koordînasyonekê perwerdeyê were sazkirin.   3 - Divê di komîn û meclîsan de ji bo perwerdeyê û pewîstiyên civakê komîteyên lêkolînê bên avakirin.   4 - Divê di her akademiyekê de komên şopandine hebin.   5 - Divê ji bo herêmên Ereban birûşûr  û mamoste werin amadekirin.   6 - Divê her akademiyek komîteya xwe ya lêkolîn û lêgerîne ava bike.   7 -  Divê her akademiyek li gorî taybetmendiya xwe mamosteyên pispor amade bike.   8 - Divê ji bo jinan hemleya xwendin û nivîsandinê bê destpêkirin.   Konfirans bi durûşmên" Bê serok jiyan nabe" "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.