Jinên Asayişê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo Başûr û Rojhilat alîkarî 2017-11-19 13:25:21   TILTEMIR- Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ya Jin bi armanca ku piştgiriyê bide  gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê alîkarî da.    Ev nêzî 4 rojan e Heyva Sor a Kurd bi armana piştgirî û destekdayîna kesên ku di erdheja Başûr û Rojhilatê kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan konê alîkariyê vedan e.  Bi hezaran gel û hêzên Leşkerî serdana kon dikin û ji bo ku gelê Başûr û Rojhilat bi tenê nemînin alîkariyê didin.   Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi serdana ku li kon kirin girêdana xwe bi gelê Başûr û Rojhilat re nîşan dan û alîkarî dan.  Rêveberiya Asayîşa Jin a bajarê Tiltemir Mihdiya Şindî axivî û wiha got: "Em wekî asayîşa jin gelê Başûr û Rojhilat bi tenê nahêlin, her em ê li pişta wan bin û alîkarî û piştgiriyê bidin wan."