Ji bo hilbijartina meclisan civîn hat lidarxistin 2017-11-19 12:42:07   GIRKÊLEGÊ- Ji bo danasîn û şîrovekirina girîngiya hilbijartinên meclîsan civîn ji bo namzetan hat çêkirin.   Li Navçeya Girkêlegê li Sendîkeya Kedkaran ji aliyê Komîteya Rêveberiya Xweser ya di nava xebatên hilbijartinan de  û bi tevlîbûna bi dihan ji kesên ku wê tevli hilbijartinê bibin ji bo namzetan civîn hat li darxistin.     Civin piştî deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji det dan hat destpêkirin. Axaftina civînê ji aliyê  Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo ve hat kirin.   Hêva Erebo ya ku li ser hilbijartinan nirxandin kir wiha got:"Ji bo avakirina pergaleke demokratîk a li Bakûrê Sûriyeyê piştî serkeftina hilbijartinên komînan, hilbijartinên Meclisan  Gaveke girîng e  ji bo serkeftina hemû netewan ku em xwe bi xwe rêve bibin. Wekî ku tê zanîn niha jî gelek pevçûn li ser axa Sûriyeyê diqewimin. Wê ev meclisên ku bên avakirin bikevin xizmeta gel.   Pêwîst e ku em xebata xwe  xurt bikin. Ji bo avakirina civakeke wekhev û azad û ji bo ku jin jî bi awayekî bi hêz cihê xwe di van meclisan de bigirin."   Civîn bi piris û persivan hat bidawîkirin.