Li dijî tundiya li ser jinê civîn hat lidarixistin 2017-11-19 10:50:41   QAMIŞLO- Kongireya Star a Qamişloyê bi dirûşa "Hilweşandina pergala îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinan e"  li Qada Qanatsweys  li dijî tundiya li ser jinan civînek li darxist.    Kongireya Star a Qamişloyê bi tevlibûna hemû saziyên jinan û komunan bi dirûşa "Hilweşandina pergala îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinan e"  li Qada Qanatsweys  li dijî tundiya li ser jinan civînek li darxist.   Civîna ku hat li darxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Di civînê de    Rêvebera  Kongra Star a Herêma  Cizîrê Zeyneb  Mûrad û Rêvebera Kongra Star ya Kantona Qamişlo Emel Şemdîn axivîn. Di axafitnên ku hatin kirin tundiya li ser jinan hat dest girtin û wiha hat gotin: "Sedemê  tundiyê bingeha xwe ji hişmendiya zilam digre. Jin dikarin bi rêxistinkirinê li dijî vê tundiyê rawestin û têk bibin."    Civîn bi dirûşêma "Jin jiyan azadî" hat bidawîkirin.