ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-19 09:00:54   * Parêzera Laz Arzu Palurî Demîrçî, pisporra butçeya Hemşînî Neşenur Altunkaya û şanoger Rugeş Kiric, sê jinên ji gelên cuda yên li dijî şîdeta asîmîlasyonê zimanên xwe diparêzine.  Nokteya hevpar ya van jinan eve ku asîmîlasyonê jî wek şîdetek cuda dibînin û li dijî vê ji bo zimanê xwe têdikoşin.   *Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinê ne tenê di alî bedenê de ye. polîtîkayên asîmîlasyonê jî aliyekî din yê şîdetê yê li hemberî jinane. Lê jin bi têkoşînê van vala derxistin. Parêzer Arzu Palurî Kal Demîrçî, pispora butçeyê Neşenur Altunkaya û Rugeş Kirici… sê jinên li dijî şîdeta asîmîlasyonê bi parastina zimanê xwe têdikoşene. Beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta Li ser Jinan a Navneteweyî em hatin cem hev.   *Ji jinên Mala Gel Ruya Kurtuluşê daxuyakirin ku divê li dijî şîdeta dewlet-mêr têkoşînek topyekun bê hunandin û got di 25’ê Mijdarê de bi gotina ‘Em dest ji têkoşîn û mafên xwe bernadin’ xwe amade dikin.BÎDİMEN   *Jinên di baxçe û fabrîkayên nareciyeyê de dixebitin, ewlehiya tenduristiyê xwendin û gotin: “Yên herî zêde dixebitin emin, lê yên zemê nagirin emin.” BI DÎMEN   *Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi xesasiyetên ekolojîk jiyan hunand, ji bo sewalên kolanê mexdur nebin ‘odakên xwedîbûnê’ vekir û piştî qeyûm veguherîn sergo. BI DÎMEN   *Hevşaredara Balpinarê ya Êlihê Gulîstan Erdînç ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, got divê şert û mercên azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha pê de çû: “Her kes dizane ku rizgariya jinan û gelan girêdayê azadiya Abdullah Ocalane.” BI DÎMEN   *Li Afganîstanê mafê perwerdê yên zarokên keç bi awayekî tên astengkirin.  Berdewamkirina perwerdê ji bo zarokên keç tê wateya şerkirinê.   *Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Xelat Hisên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: " Divê îradeya Gelê Kurdan Abdullah Ocalan azad bibe."   *Di şîrovekirina  mijara  tundiya cîvakî de şêwirmenda derûniyê Nazê Elawî diyar kir ku divê jin li hember tundiya civakî têbikoşe  û rola xwe di civakê de mayinde bike û wiha got:" Şoreşa jinê şikandina pergala desthilatdariya mêr e." DÎMEN HEYE