Çeteyan dîsa can stendin 2017-11-18 16:41:48   EFRÎN - Di encama teqîna mayinê de dayikekê û du lawên xwe jiyana xwe ji dest dan.   Îro serê sibehê saet di 08:00'an de ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê herêma Efrînê dema ku gel diçûn nav zeytûnên xwe mayin teqiya.  Di encama teqîna mayinê de jina 45 salî Raman Kilxelo û  kurên wê Qadir (20) û Cumayê (17)  jiyana xwe ji dest dan.   Dayika Ramanê li gel zarokên xwe dema ku bi trektorê derbasî nav erdê xwe dibin mayina çeteyan diteqe û di encama teqîna mayinê de dayika Raman û herdu lawên wê jiyana xwe ji dest didin.