Li Silopyayê jinek hat qetilkirin 2017-11-18 13:57:09   ŞIRNEX - Li gundê Rihaniyê yê girêdayî navçeya Silopyayê ya Şirnexê jina bi navê Husniye Doruk sê roj berê nîvê şevê li mala xwe bê rih hatibû dîtin.   Jina bi navê Husniye Doruk ku li gundê Rihanî yê girêdayî navçeya Şirnexê ye dijiya û xwediyê 8 zarokan bû 3 şev berê nîvê şevê li mala xwe bê rih hatibû dîtin. Hat zanîn ku Husniyeyê berî ku bi sê guleyan bê qetilkirin hatiye xwestin ku bê fetisandin. Di heman demê de hat zanîn ku Husniyeyê ducanî ye.   Têkildarî bûyerê kes nehat girtin lê zarokên Husniyeyê hatin binçavkirin. Cenazeye Husniyeya ku hatiye qetilkirin li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tê sekinandin. Hat zanîn ku kesên Husniyeyê qetil kiriye ji ber ku deriyê baxçe û malê kilîtkirî bû  ji ser xênî ketiye hundir.