Li Serêkaniyê konê alîkariyê hat vegirtin 2017-11-18 13:05:20   SERÊKANIYÊ - Heyva Sor a Kurd ji ber erdheja ku pêk hat,  li Serêkaniyê ji bo alîkariya gel kon vegirt.     Di şeva 12’ê mijdarê de li ser xeta Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi pileya 7.3 erdhej çêbûbû. Li gorî daneyên fermî ji ber erdhejê 474 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 9 hezar û 388 kes jî birîndar bibûn û 30 hezar xaniyên Kirmaşanê ziyan dîtin. Ji ber vê yekê gelek kes mexdûr bûn. Loma ji bo alîkariya gel li qada Bajarê Serêkaniyê û yek li Bajarokê Til Helafê, konê alîkariyê hat vekirin. Ev konê alîkariyê wê heta hefteyekê li erdê bimîne.   ‘Gerek em di rewşên dijwar de piştgiriyê bidin hev’   Li ser navê Rêveberiya Kongra Star a Bajarê Serêkaniyê Hemrîn Salih axivî û diyar kir ku konê ji bo alîkariya Gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê  heta heft rojan ew ê li qadên bajêr  li erdê bimîne û wiha got: "Ev konê piştgiriyê me ji bo gelê Başûr û Rojhilat vegirt. Ev kona dê heta hefteyekê li erdê be. Gerek em Gelê Kurd her tim bibin yek û em di rewşên dijwar de piştgiriyê bidin hev.”   ‘Xwedîderketandin hêzê dide me’   Hemrînê wiha dawî li axaftina xwe anî:” Gelê bajêr bi dilekî germ piştgiriyê didin hev. Herkes li gorî derfetên xwe alîkariyê bi hev re  dikin. Em weke saziya Kongra Star nobeta konê alîkariyê dikin. Çimkî yekîtî û xwedîderketandin hêzê dide me.”