Konferansa Perwerdeya Jinê di roja duyemîn de dewam dike 2017-11-18 11:59:55   QAMIŞLO - Yekemîn Konferansa Perwerdeya jinê  di bin dirûşma " Sîstema perwerdeyê di cewherê xwe de avakirin û pêşxistina zanebûn, bûyîna hêza biryar û îradeya azad e”di roja duyemîn de dewam dike.   Li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê yekemîn konferansa perwerdeya jinê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Ji bo avakirina sîstemeke perwerdeyê yê jinê li Bakurê Sûriyeyê, bi beşdariya 220 delege ji hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê, duh li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo Yekemîn Konferansa Perwerdeya Jin a Bakurê Sûriyeyê, hate destpêkirin.   Konferans îro bi xwendina rapora Komîteya Perwerdeyê ya Jinê û zanîngehê dewam dike.   Di berdewamiya konferansê de, wê nirxandin li ser xebata perwerdeyê ya jinê were kirin û proje werin pêşkeşkirin.   Tê payîn  ku di dawiya  konferansê de, Koordînasyona Giştî ya  Perwerdeyê ya Jinê, dê were avakirin.