'25'ê Mijdarê hêvî û têkoşîna hemû jinên cîhanê ye' 2017-11-18 11:02:59   EFRÎN - Endama Desteya Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nirxandinên  girîng û balkêş kir.   Endama Desteya Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nêrînên xwe anî ziman û peyamên girîng da. Di destpêka axaftina xwe de bal kişand  ser tundiya li ser jinê û wiha got: "Li hemû cîhanê bê navber tundî li ser jinê tê meşandin. Li hemberî tundiya ku li ser jinê tê meşandin li Kurdistanê biderketina Tevgera Azadiya Gelê Kurd li hemberî tundiyê tekoşîna azadiyê hat meşandin. Ji bo mafê azadiya jinê tekoşinên mezin hatin meşandin û berdelên giran hatin dayin."   'Êş û têkoşina jinan tu caran nayê jibîrkirin'    Rohilat Arif di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: "Tu caran êşen ku jinan kişandine û tekoşina ku daye wê neyê jibîrkirin. Êşên ku jinan kişandine em wisa bi hêsanî nêz nabin û hesab nakin. Ji ber ku  her roj fikir, vîn, beden, hêvi û siberoja jinê bi tundiyê tê rûxandin. Tundiya ku jinê ji rastiya xwe dûr dixe, gerek ji aliyê jinê bê şikandin. Loma em dibêjin '25'ê Mijdarê hêvî û têkoşîna hemû jinên cîhanê ye.'   'Jinê di ku de winda kir, wê di wir de qezenç bike'   Rohilatê  gotinên xwe wiha domand: "Jinê di ku de winda kir wê di wir de qezenç bike. Ji bo ku jinê pêwistiya herî girîng xwe naskirin û yekîtî ye. Ji bo ku jin bikaribin jiyaneke wekhev, biedalet û demokratîk bijîn, pêwist e ku yêkîtiya jinê çê bibe. Pergala desthilatdar ji tekoşîn û yêkitiya jinê ditirse. Her jinek li ku dibe bila bibe pêwîst e ku ji bo mafê xwe tekoşîna azadîyê bimeşîne. Gelek jin hene di ferqa êşa xwe de nînin."    Divê jin dorpêça li ser xwe rake!   Rohilatê di axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Sê xuşkên Mîrabel li Komara Domînîkê û sê jinên pêşengên azadîyê Sakine Cansiz, Fîdan Dogan, Ronahî jî li Fransayê hatin qetilkirin. Weke wan bi dehan jin ji bo azadiya xwe tekoşîna bê hempa meşandin. Dîsa jinên ku serî danîne û xwe di latan de avêtine jî pir in. Bêritan (Gulnaz Karataş) Zarîfe û Besê jî mînaka jinên berxwedêr û azad in . Ji bo azadiya ax û welatê xwe gelek jinan berdelên giran û biha dane. Gelek jinên leheng bi bedena xwe di nav me de nînin lê bi rihê xwe di nav me de ne."     Mîrasa berxwedana jinê ji tundiyê mezintir e!   Rohilatê  di berdewamiya axaftina xwe de behsa tundî û lehengiya jinê kir û got: "Dema ku em behsa tundiya li ser jinê dikin ji aliyê din ve jî mîrasa  lehengiya jinên berxwedêr heye. Minak îro li Rojavayê Kurdistanê  û Bakurê Sûriyeyê YPJ'ê li hember tundiye herî mezin şer dike. Jina ku serî hildaye li hemberî hemû cureyên tundiyê  li berxwe dide, vê rastiyê pergala desthilatdar xistiye nava xofeke mezin."   Bêhna azadiyê kişandin   Rohilatê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Di gelenperiya cihanê de gelek tevgerên jinên bi navê cuda li ser vê mîrasa pîroz têkoşînê didin meşandin. Em ê bi tekoşîna xwe daxwaziya jinan di nav hemû cîhanê de bi edalet, wekhevî û jiyaneke bi rûmet bi hev re ava bikin. Wê tekoşîna jinan bi ser bikeve. Ji bo  25'ê Mijdarê weke jinên li Kantona Efrinê li tevahiya Bakurê Sûriyeyê û li hemû cîhanê gerek dakevin qadan û bêhna azadiyê bi kûrahiya dilê xwe bikişînin."