Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gel li qadan e 2017-11-18 10:22:55   TIL TEMIR - Li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur be cur  tên li darxistin.   Di 15 'ê Sibata 1999' an de  bi komployeke navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk hat kirin. Hebûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke metirsî û kabûsekê li ser dewletên desthilatdar  û statîkoya herêmê bû. Wan her tim xwestin ku sîstema cîhanê li gor  berjewendiyên wan bi teşe bibe.    Di nava 17 salan de gelek caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rastî îhlalkirina mafan û tecrîdê hat. Herî dawî ji 5'ê Nîsana 2015'an de heta vê kêliyê dewleta Tirk serdana Rêbertî asteng kiriye û tê zanîn ku serlêdana ji bo hevdîtina  Abdullah Ocalan  dibe cara 704'an ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê redkirin.  Loma  ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê tevahî  gel dest bi çalakiyên  weke meş ,civîn , semîner, daxuyanî , agir vêxistin û çalakiyên fedaî  kirine.    Li Bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê endam û rêvebirên jin ku cihê xwe di rêveberiya xweseriya demokratîk de digirin dest bi çalakiyan kirine. Yek ji van çalakiyan jî li xwe kirina krasên ku li ser nivîsiye 'sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin  û bi Ocalan re azad' bijîn.    Têkildarî vê mijarê hevseroka şaredariya gel Almaz Emîn axivî û wiha got: "Em ê her dem çalakiyên xwe dewam bikin heta ku em bigihêjin azadiya serokatî. Ji ber ku azadiya serokatî azadiya me ye. Ji bo ku fikrên rêbertî li cîhanê belav nebe dewleta Tirk fikrên wî asteng dike. Her ku hevdîtin bi serokatî re tê çêkirin, serokatî bi rêya fikrên xwe serkeftin û deskeftiyên  gelê Kurd  mezin dike. Têne bi destxistina fikir û felsefeya Rêber Apo pirsgirêka aloziya Sûriyeyê dê were çareserkirin. Ev jî ne li gorî berjewendiyên dewletan e. Lewma bi hemû hewldanên xwe serdana serokatî asteng dikin .Lê em weke jinên saziyan  me dest bi çalakiyan kiriye. Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Serok Apo re azad bijîn. Ji ber ev sonda me ye, em ê her tim li ser piya bin heta ku em sonda xwe bi cih bînin. Çalakiyên cur be cur ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Heta ku gel sonda xwe bi cih bîne û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe dê çalakî berdewam bikin."