Li Yukselê êrîş: 3 kes hatin binçvkirin 2017-11-17 15:33:01   ENQERE  - Di saetên doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dihat dîtin de, kedkarên cemaweriyê li Kolana Yukselê çalakî li dar xistin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kirin û 3 kes binçav kirin.    Di saetên doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dihat dîtin de, çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 374’an de berdewam kir. Çalakgerên xwestin piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Semîh ku di roja 254’an de berdewam kir, polîsan destûr nedan li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin.      Di dema mudaxilekirinê de polîsan Nazan Bozkur, Îlker Işik û jina navê wê nehat zanîn bin çav kirin.