'Yekîtiya jinê dê bibe sedema azadiya jinê' 2017-11-17 09:03:10   QAMIŞLO - Rêvebira Lijneya Silhê Behiye Mûrad derbarê  25'ê Mijdarê Roja  Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Ji bo tundiya li dijî jinê ji holê rabe, pêwistî  ji yekîtiya jinan heye. Hewldan û yekîtiya jinê dê bibe sedema azadiya jinê."    Rêvebira Lijneya Silhê Behiye Mûrad derbarê  25'ê Mijdarê Roja  Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe û ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe peyamên girîng parve kir.    'Gerek jin mil bidin hev'   Rêvebira Lijneya Silhê Behiye Mûrad derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî diyar kir ku ji bo civakek azad û aram pêdivî ji azadiya jinê heye û wiha got:" Tundiya ku li ser jinê tê meşandin gelek caran dibe sedema kuştina jinan jî. Yek ji tundiya mezin a li ser jinê zewaca di temenê biçûk de ye. Di cîhanê de ji 700 milyonî bêtir jin di temenê xwe yê biçûk de tên zewicandin.  Zewaca temenê biçûk rê li her cureyên tundiyê vedike. Gerek jin vê yekê nepejirînin û mil bidin hev ku bi cureyên tundî  yên hovane rû bi rû nemînin."   'Tundiya li ser jinê azadiya civakê desteser dike'   Behîyeyê di axaftina xwe de bal kişand ser azadiya civakê jî û berdewam kir:"Li her welatê cîhanê jin bi tundiyên cur be cur rû bi rû dimînin. Bi taybet li  dewletên Ereban ji  sedî 70 jin tundiyê dibîne. Her wiha li dewletên Ereban jin  ji sedî 92 bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Ji bo jiyaneke azad û aram divê tundiya li ser jinê bi dawî bibe û civak derbarê vê mijarê de perwerde bibe. Çimkî tundiya li ser jinê azadiya civakê jî desteser dike."   'Rêxistina jinê gerek esas bê girtin'   Behîyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Divê  her jin haya wan ji  mafên wan hebin û dijî zilmê xwe karibin biparêzin. Em weke mala jinê bang li hemû jinan dikin ku xwedî li mafên xwe derbikevin û xwe perwerde bikin û di jiyana rojane de rêxistina jinê gerek esas bê girtin."