ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-17 09:00:00   *Rêvebira Lijneya Silhê Behiye Mûrad derbarê  25'ê Mijdarê Roja  Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Ji bo tundiya li dijî jinê ji holê rabe, pêwistî  ji yekîtiya jinan heye. Hewldan û yekîtiya jinê dê bibe sedema azadiya jinê." BI DÎMEN    *Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de derhêner Ayşe Ayben Altun bi kameraya xwe li dijî şîdetê berxwe dide. Ayşeyê diyar kir ku çeka wê ya li dijî şîdetê kameraya wê ye. BI DÎMEN   *Sema Barbarosê diyar kir ku ew wek jinên EMEP’ê di 25’ê Mijdarê de wê li qada bin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû jinan dikin ku li cihên dimînin ji bo mafên xwe têbikoşin. Ji aliyê jinan ve tiştekî ku neyê çareserkirin tuneye. Li cihên jin hebin çareserî heye.” BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên wekî ‘Mehrê bibirin, bizewicin, zêde bibin. Zêdebûna mislimanan şert e. Rêxistina terorê ya Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek xesas e. Herî kêm 10,15 zarokên wan hene’. da û wiha got: " Wê bi van gotinan nikaribin jinan bi hev bidin şikandin. Em ê têkoşînê berdewam bikin." BI DÎMEN   *Zarokê bi navê Feyzullah Kabul ketibû çala ku şaredariya Şirnexê ser wê negirtiye û jiyana xwe ji dest dabû. Hat eşkerekirin ku parêzerên şaredariya ku qeyûm tayîn bûye, malbata Feyzullah bi gotina ‘Yên sûcdar hun in’ tehdîd kiriye. Dayika Esmek Kabul wiha got: “Bê wijdanên ku ji bo îhmalan veşêrin, li êşên me êşan zêde dikin li ku ne?”   *Suretxan Kaya ya bi kîloyan gûzan bi kedek mezin bi ben vedike got: “Em çaryeka mafê keda xwe nagirin.” BI DÎMEN   *Endama Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Gulîstan Elî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî  nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku tundiya li ser jinê ne mijarek ji rêzê ye.    *Li navçeya Elbakê jina ciwan a bi navê Gûlîstan Tufan tundî û qirkirina li dijî jinan tê kirin dinivîse û dixwaze vê mijarê di pêşerojê de li zanîngehê wekî tezekê bide û teşîr bike. BI DÎMEN   *Di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê Selma Guzel derbarê erdehejê wiha got: “Em ji bo her cureyê piştgirî û piştevaniyê amade ne.” BI DÎMEN