Angelina Jolie: Ji bo tundî biqede gerek yekîtiya jinê bê avakirin 2017-11-16 14:16:53   NAVENDA NÛÇEYAN  - Qasida Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie, di Konferansa Aştiyê de diyar kir ku ji bo tundî bê rawestandin gerek yekîtiya jinê hîn bêtir bê avakirin û peywirên ku dikeve ser milên dewleta, bi bîr xist.   Qasida Neteweyên Yekbûyî û Qasida Taybet a Komîsertiya Mezin a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie do beşdarî Konferansa Aştiyê ya ku Neteweyên Yekbûyî li Kanadayê li dar xist bû. Angelina Jolie di axaftina xwe de diyar kir ku divê hemû dewlet rolên xwe yên di warê astengkirina tundiya zayendî û cezakirina wê de, hîn baş bilîzin.   Angelinayê bang li hemû beşdarvanên konferansê kir ku tundiya zayendî wekî çekekê nas bikin û wiha got:”Tundiya zayendî ji bo wekheviya jinê û di warê gihaştina mafên mirovan de astengek mezin e. Ji bo tundî bê rawestandin gerek yekîtiya jinê hîn zede bê avakirin.”   Angelinayê bal kişand ser tacîza zayendî ya di heyama dawiyê de Hollywood hejandiye û diyar kir ku wê xebata bi Harvey Weinstei re red kiriye.