'Girtiyên jin: Di 2 mehên dawîn de hemû mafên me hatin xespkirin 2017-11-16 12:22:35   AMED - Jinên girtî ên li Girtîgeha Xerpêtê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, di nameyên ku ji girtîgehê şandin de rewşa xwe vegotin. Girtiyan diyar kir ku ew pêkanîna girtina nasnameyê dijmirovî dibînin û ji ber ku wan ev pêkanîn qebûl nekiriye di du meheên dawîn de ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin.   Li hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê tundî û zextên li dijî girtiyan zêde bûne. Ji van girtîgehên ku tundî û zext li wan zêde bûne yek jê jî girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ye. Jinên li vê girtîgehê girtî di nameyên ku bi riya parêzerên xwe şandin de tiştê li wê girtîgehê dijîn vegotin.  Jinên girî di nameyên xwe yên ku di meha mijdarê de şandin de diyar kirin ku ew her sibeha radibin nizanin ku wê rojê wê çi bê serê wan. Jinan diyar kir ku mafê xwe yê heta niha bi kar dianîn îro wekî sûc li dijî wna tê bikaranîn û wiha berdewam kirin. Tecrîd Sûcê mirovahiyê ye û em niha di bin tecrîdê de ne .Em bi pêkanînên dijmirovî re rûbirû ne."   'Em mecbûr in nasnameya xwe nîşan bidin'   Jinan diyar kir ku wan nasnameyên berê ji wan re ahtine dayîn girtine, dema ku derdikevin dervê qawîşê vê nasnmeyê didin personelê girtîgehê û dema ku tên qawîşê jî dîsa digirin. Girtiyan di berdewamiya nameya xwe de diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê li ser wan ferz dike ku nasnameya xwe li gel xwe bigerînin û wiha dirêjî dan nameya xwe: "Dixwazin pergala leşkerî li ser me bidin fezkirin. Îdare ji me re dibêje; 'Dema ku personel ji we re got mahkum tu kî yî?' divê tu nasnameya xwe nîşan bidî.  Em vê pêkanînê dijmirovî dibînin. Pêkanîneke ku bê rûmet dike ye.  Ji ber ku em vê pêkanînê qebûl nakin hemû mafên me ji dest me girtin."   Ji aliyê gardiyanên mêr ve pêkanîna dijmirovî   Jinên girtî di berdewamiya nameya xwe de wiha gotin: "Em bi pêkanînên dijmirovî re rûbirû dimînin. Gardiyan di warê zayendî de heqaretê li me dikin û dema ku gardiyanên mêr dikevin qawîşê em bi pêkanînên wekî êrîşên zayendî re rûbirû dimînin. Di dema hejmartinê de jî gardiyanên mêr tên. Dema ku em dibêjin bila gardiyanên mêr neyên jî rêveberiya gitîgehê dibêje 'hun ne jin in hun mahkûm in'. dibêje û me biçûk dixe."   'Em ê berxwedanê mezin bikin'   Di demên dawîn de daxwaznameyên ku me ji Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê re nivîsandin nehatin şandin. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê hemû rê li ber me girtin me dest bi grevê kir. Ger ku daxwazên me neyên qebûlkirin em ê berxwedana xwe mezin bikin.   Li gel ku bi caran me got em dixwazin derkevin hevdîtinê jî ev daxwaza me nehat qebûlirin. Li ser vê me li deriyan da. Du caran ji aliyê 25 -30 gardiyanan ve bi ser qawîşa me de hat girtin.  Hemû alavên me hatin desteserkriin û cara duyem jî êrîşî me kirin. Li gel ku tenê me xwe parast wekî ku me êrîş kiribe dan nîşandan. Ger ku me êîrş bikira me yê êrîşî gardiyanên li qawîşê hatin jibîrkirin bikira."