Çalakiya Belavkirina Belavokan bi dawî bû 2017-11-16 10:54:06   EFRÎN - Çalakiya belavkirina belavokan a ku ji bo diyarkirina rewşa ewlekarî û tendurustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kantona Şehbayê bi dawî bû.   Belavokên ku li hemû navçeyên Kantona Efrînê dihatin belavkirin îro li Kantona Şehbayê bi dawî bû. Her wiha bi dehan Endam, Rêveberiyên Saziya Malbetên Şehîdan belavok li gelê gundê Keferê,  navçeya Ehrazê ya girêdayî Kantona Şehbayê belav kirin.  Belavkirina belavokan bi daxuyaniyê bi dawî bû.    Daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Malbetên Şehîdan ve bi raya giştî re hat parvekirin.  Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çalakiya Saziya Malbetên Şehîdan ji bo tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan deh roj in li berxwe didin.    Saziya Malbetên Şehîdan di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya berxwedêran nû kir û nîşan da ku wê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser fikir û felsefeya Rêberê xwe bimeşin.   Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.