Li heremê rêgeha başî û ne başiyan 'Ava Zê 'ye 2017-11-16 09:27:00   WAN - Li Elbaxê destpêka Ava Zê ya ku di nav gelê herêmê de 'Çemê Serelbaxê' tê zanîn tu car nasekine û tê gotin ku sekinandina avê nişaneya bûyerên xirab e. Her wiha tê gotin ku herikîna vê avê jî tê wateya ku jiyan xwe nû dike.    Diyarkeran sînoran 'Ava Zê'   Erdnîgariya Kurdîstanê bi xweşikbûna xwe ya bêhempa teşe dide xweza yê. Ava Zê ya ku ji Elbax,Gever, Çelê û Colemêrgê ve ber bi sînor ve diherike û sînoran derbas dike, destpêkê  ji Elbaxê diherike û tevli ava Çemê Dîceyê dibe. Ava ku di nav gel de jê re dibêjin Çemê Serelbakê bi vî awayî  dibe diyarkera sînoran. Av bi tu awayî qut nabe û di hemû demsalan de diherike.    Neherikîna Ava Zê tê wateya bûyerên ne baş   Tê gotin ku tu caran Ava Zê qut nebûye û her wiha tê gotin ku di dîrokê de carekê tenê Ava Zê neherikiye  û ew jî bûye sedema bûyerên ne baş. Di nava gel de herikirina Avê  tê wateya zindîbûna jiyanê. Ji ber vê yekê jî Ava Zê ji aliyê heremê ve pîroz tê dîtin.