‘Şanseke din a Tirkiyeyê tuneye’ 2017-11-16 09:23:12   Şehrîban Aslan   AMED - Çalakî û bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin. Endama DBP MYK’ê Seher Tumerê da zanîn ku daxwaza wan a azadî û hevdîtinê pêk bê dê aştî qezenc bike.   Çalakî û protestoyên li hemberî tecrîda giran li Tirkiyeyê û li Ewropayê didome. Endama DBP MYK’ê Seher Tumerê  derbarê mijdarê de nirxandin kir û bi lêv kir ku hevdîtin pêk neyên de dê kaos kûr bibe.   Seherê di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ji sala 99’an heta niha li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û tecrîda dawî di tu demê de pêk nehatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2012’an de jî tecrîdek giran hat jiyîn. Grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di encama vê yekê de hevdîtinek pêk hat. Di Newroza 2013’an de ji Birêz Abdullah Ocalan nameyek hat şandin. Bi vê nameyê re pêvajoya aştiyê dest pê kir. Vê yekê hêviya aştiyê mezin kir. Heta nîsana 2015’an ev bû hêvî. Lê piştre dîsa tecrîd hat destpêkirin.”   ‘Du aliyên pêvajoyê heye’   Seherê destnîşan kir ku derbarê pêvajoyê de rexneyên cidî hene û  wiha pê de çû: “Rexne hem li hember dewletê, hem li hember HDP'ê û hem jî li hember DBP’ê heye. Di 2016’an de piştî greva pêk hat şûnde agahî ji Birêz Ocalan nehat girtin. Ev jî ya wê şer  ji nû ve bide destpêkirin an jî wê biguherin pêvajoya aştiyê. Du aliyên vê pêvajoyê hene wekî din rêbaz tuneye.”   ‘Em dibêjin mifteya aştiyê ye’   Seherê di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Ger hevdîtinek pêk neyê wê gel çalakiyên mezin bikin. Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye. Kengî hevdîtin pêk bê perspektîfan  pêşniyar dike. Ne tenê ji bo gelê Kurd û tevgera Kurd ji bo hemû gelên Cîhanê perspektîfan pêşniyar dike. Di vê rewşê de wê gel û aştî qezenc bikin.”