'Divê hemû jin li dijî tundiyê asta têkoşînê berz bikin' 2017-11-16 09:20:59   Ronîda hacî    TIL TEMIR - Rêvebira Dîwana Edaletê Selwa Silêman derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Pêwist e jin li dijî hemû cureyên tundiyê serî hildin."    Rêvebira Dîwana Edaletê ya bajarê Tiltemirê Selwa Silêman derbarê  25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û wiha got:" Di destpêkê de ez tundiya li ser jinê şermezar dikim. Jin her bi xwezaya xwe ve girêdayî ye û her dem jiyanê ji aliyê erênî pêşve dixe. Lê mixabin hemû reng û rêbazên tundiyê li ser jinê tê meşandin û ji bo vê yekê gerek jin dengên xwe her dem berz bikin."    'Têkoşîna jinê hebûna jinê ye'   Selwayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got" Ji jinê re dihat gotin ku divê tenê tu bizewicî û zarokan bînî. Bi vê hişmendiyê tenê xwestin ku jinê di hundur de bigirin. Sîstema desthilatdar tenê xwest ku  jiyana jinan li gor zîhniyeta baviksalarî bi teşe bibe. Jin revandin, kuştin di bazaran de firotin. Em ê hemû jin têkoşîna xwe berz bikin ku careke din ev hovîtiyan li dijî jinê pêk neyên. Çimkî têkoşîna jinê hebûna jinê ye. "    'Gerek em nehêlin kesek di  dewsa me de biryaran bidin'   Selwayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Şoreşa Rojava di dîroka jinan de guhertinek mezin çêkir. Di  sîstema pergala Netewa Demokratîk a pirojeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jinan bi rengekî nû xwe nîşan da, ji nû ve zindî bûn û di hemû qadên  jiyanê de cihê xwe girtin. Pêwîst e jin asta tekoşîna xwe hîn bilindtir bike û nehêle tu kes biryarê di derheqê wê de bide."