'Li dijî kincên yek reng’ belavok hatin belavkirin 2017-11-15 16:58:28   STENBOL - Endamên Komîsyona Girtîgehan a (ÎHD) Stenbolê li dijî pêkanîna “Kincên yek reng” belavok belav kirin.     Komîsyona Girtîhan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîn ser pêkanînên “Kincên reng” yên li girtîgehan, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê belavok belav kirin. Komîsyonê di belavoka bi ser navê “Li girtîgehan ji pêkanîna kincên yek reng re na!” de ev tişt nivîsandin: “Ev pêkanîn di asta şikandina rûmetê de ye. Îşkence, pêkanînên zalimane, dij mirovî, kêm xistin û muameleyên şikandina rûmetê û cezayên din sûcin. Pêkanîna kincên yek reng ne tenê li ser girtigehan, li ser hemû civakê tê ferzkirin.”    Yek ji parazvanên mafên mirovan ku belavok belav kir Sevîm Kalman, diyar kir ku bi OHAL’ê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn û wiha axivî: “Pêkanîna kincên yek rengî girtî qebûl nakin. Ev pêkanîn li dijî makeqanûnê ye û divê demildest bê rakirin.”