Şert û merc neyên başkirin wê dest bi greva birçîbûnê bê kirin 2017-11-15 09:44:46   Melîke Aydin   DÊRSÎM - Gunel Konakê diyar kir ku ew ji jiyana keça xwe û girtiyên din ên li Girtîgeha Elezîzê bi fikar e û got:" Ji 1’ê Mijdarê heta niha girtî ketine greva birçîbûnê û wê xizmên girtiyan jî piştgiriyê bidin çalakiya wan."   Girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê ji 1’ê Mijdarê heta niha li dijî cezayên hucre û pêkanînan di greva birçîbûnê de ne.  dayika girtiya bi navê Dersîm Konakê, Guler Konakê got ew ji jiyana girtiyan bi fikarin. Gulerê bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo grev bi dawî be tiştek  nekiriye û got her hewce wê malbat jî dest bi grevê bikin.   Ji keça xwe agahiyê nagire   Gulerê wiha got: “Ev nêzî du mehane, em diçin hevdîtinê lê 20-30 gardiyan bi ser me de dimeşin.  Helwestên kêfî nîşan didin. Ev meheke em ji girtiyan agahiyê nagirin. Di hevdîtina dawî de keça min got ‘ferzkirina nasnameya girtîgehê heye em dibe ku dernekevin hevdîtinê’. Ji ber cezayên name û telefonê em nekarin hevdîtinan bikin. Di demên dawî de li deriyan dixistin û dirûşme berz dikin.  Me xwest em bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin.   Gazî gardiyan kirin.  Got hun nekarin hevdîtinê bikin. 20-30 gardiyanb i ser me de hatin. Em avêtin derve.”   Gulerê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wan der barê rewşa girtiyan de bi dozgeriyê re hevdîtin kirine û dozger ji wan re gotiye ‘biryar nekarin bên binpêkirin’. Gulerê ev tişt anî ziman: “Me ji dozger re got em ji jiyana zarokên xwe bi fikarin. Wî jî got ‘ heta qertê negirin nekarin derkevin hevdîtinê.’ Hevalek wan name şandiye gotiye ‘Ji ber me li deriyan xist û dirûşme berz kir, gardiyanan em derb kirin’.  Emê heta dawî piştgiriyê bidin zarokên xwe. Emê jî li derve bikevin greva birçîbûnê.