‘Jinên serî netewandin’ ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin: SKM (2) 2017-11-15 09:04:03   Zulal Koçer   STENBOL - Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî diyar kir ku di pêvajoyeke ku binpêkirina mafên jinan ên ciddî  tên jiyîn de derbas dibin û wiha got: “Ji bo bi awayekî xurt ji desthilatdariya AKP’ê re hesab bê pirsîn divê jin bi reng, gotin û daxwazên xwe piştevaniya mezin bikin û di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Naveneteweyî nêz dibe û xebatên jinan jî bi vê wesîleyê didomin. Jinên xwe ji bo qadan amade dikin wê li her bajarî dakevin qadan. Jin wê li Stenbolê jî saet di 18.00’an de li Taksîm Tunelê bên cem hev. Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebi jî xebatên SKM’ê û daxwazên jinan ên di 25’ê Mijdarê de vegot.   ‘Herî zêde jin bi bandor bûn’   Fadîmeyê bi lêv kir ku bi OHAL û KHK’yan şîdeta li ser jinê zêde bûye û wiha pê de çû: “Jinên Tirkiyeyê û Kurdistanê ev 15 sal in li dijî polîtîkayên AKP’ê li kolanan bûn. Lê ev salek, du sale bi hewldana darbeyê terza siyaseta serdestiya mêr hişk bû. Herî zêde jî jin bi bandor bûn.   ‘Ajansên jinan hatin girtin’   Fadîmeyê da xuyakirin ku bi KHK’yan gelek sendîkavan, rojnameger, akademîsyen, xebatkarên tenduristî û perwerdeyê, siyasetmedar hatine îxrackirin û gelek siyasetmedarên jin ên HDP'ê û DBP’ê hatine girtin. Fadîmeyê destnîşan kir ku qezencên jinan ji dest hatine girtin, ajans, komele, koperatîf hatine girtin.   ‘Tevgera Jinan her tim berxwe da’   Fadîmeyê bal kişand ser berxwedana jinan û wiha pê de çû: " Em xwe ji bo 25’ê Mijdarê bi awayekî xurt amade dikin. Tevgera jinan dixwaze kolanê bike qada têkoşînê lê dewlet dixwaze vê têkiliyê qût bike.”   Jin wê bi kîjan daxwazan dakevin kolanan?   Fadîmeyê kampanyaya ‘Em dixwazin bijîn’ ya SKM’ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ev e ku em hêza tevgera jinê di zemîna hevpar de mezin bikin û li dijî van polîtîkayên şîdetê  xeta têkoşîna hevpar a jinan derxin holê. Di 25’ê Mijdarê de daxwazên me hene. Em dixwazin OHAL bê rakirin. Mifredatek zayendperest li pêş me ye. Em dixwazin ev rabe. Em qanûnên ku jin û zarokan diparêzin dixwazin. Ji bo bi awayekî xurt ji desthilatdariya AKP’ê re hesab bê pirsîn divê jin bi reng, gotin û daxwazên xwe piştevaniyê mezin bikin û di 25’ê Mijdarê de li qada bin.”   SIBÊ: Jinên serî natewînin ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin: TJA