ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-15 09:00:00   *Sê jinên li dijî Dîktatoriya Komara Domînîkê ne tirs, cesaret bi rêxistin kirin… Patrîa, Mînerva û Marîa. Sê xwişkên hev. Ji kozayê derketin û bûn perperok. Berxwedanek bê hempa bi rêxistin kirin. Berxwedana xwişkên Mîrabelê li her çar alî cîhanê li dijî pergala serdest a mêr di baskên perperokên  têdikoşînê de dijîn.   *Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî diyar kir ku di pêvajoyeke ku binpêkirina mafên jinan ên ciddî  tên jiyîn de derbas dibin û wiha got: “Ji bo bi awayekî xurt ji desthilatdariya AKP’ê re hesab bê pirsîn divê jin bi reng, gotin û daxwazên xwe piştevaniya mezin bikin û di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.” BI DÎMEN   *Hinekan ji Wanê, hinekan ji Kobanê koçî Edenê kirin û di baxçeyên fêkiyan de dixebitin. Yekane xeyala karkerên çandiniyê yên jin jî ev e ku mafê keda xwe bigirin. BI DÎMEN   *Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya ji pevçûnên li Dêrikê berpirs hatibû dîtin û hatibû binçavikirin û girtin. Sebahata ev du sal in girtiye, îdianameya wê hatiye qebûlkirin. Dozger di îdianameyê de ji bo Sebahatê cezayê girtîgehê yê muebeta giran xwest.   *Gunel Konakê diyar kir ku ew ji jiyana keça xwe û girtiyên din ên li Girtîgeha Elezîzê bi fikar e û got:" Ji 1’ê Mijdarê heta niha girtî ketine greva birçîbûnê û dê xizmên girtiyan jî piştgiriyê bidin çalakiya wan." BI DÎMEN