'Em bi hêza xwe ya cewherî bawer in,em ê bi ser bikevin' 2017-11-14 15:53:51   EFRÎN - Îro li Herêma Efrinê hêza parastina civakî HPC'ê  ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan meşeke girseyî li darxist.   Hêza Parastina Civakî (HPC)  bi dirûşma "Azadiya Serok Apo misogeriya gelan e"   bi armanca eşkerekirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK ê Abdullah Ocelan meşek li dar xist. Bi tevlîbûna tevahî endamên Hêza Parstina Civakî a herêma Efrînê, Meş ji qada Newrozê hat destpêkirin û di meşê de bê navebr dirûmên "Bijî berxwedana Îmraliyê, "Bê serok Jiyan nabê "  hatin berzkirin. Meşa ku hat destpêkirin heta Qada Şehîdan dewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin û meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan naber" hat bidawîkirin.